Xelîl Cibran - Netewên Biçûk û Şer
Rojekê ji rojan Mîhek û Berxek li ser zozanekê li devereke bilind diçêrin, Eyloyek jî li jora wan diçe û tê û bi çavekî birçî li Berxî dinêre.Wexta Eylo dike ku xwe bi ser Berxî de wer ke û wî zeft bike, ji nişkê ve Eyloyekî din ji cîhekî derdikeve û ew jî tê di jora wan re diçe û tê û bi çavekî birçî zîq li Berxî dinêre.
Herdu dijmin dikevin qirka hev de û dengê barebara wan esmên dadigire.
Mîh li jora xwe dinêre û mat dimîne, dû re berê xwe dide Berxê xwe û dibêje:
çi ecêb e Berxê min, van herdu firrindeyên camêr çawa êrîşî hevdu kirine û ketine qirika hev û din de, ma ew esmanê mezin û berfireh têra wan herduwan nake qey?
Dûa bike Berxê min, di dilê xwe de ji Xwedê re lava bike ku wan herdu birayên te yên bibask haș bike û aştiyê bixe navbera wan de.
Berx jî rûnişt û di dilê xwe de dûa kir.
No comments:
Post a Comment