Wednesday 24 May 2017

Xelîl Cibran - Netewên Biçûk û Şer

Rojekê ji rojan Mîhek û Berxek li ser zozanekê li devereke bilind diçêrin, Eyloyek jî li jora wan diçe û tê û bi çavekî birçî li Berxî dinêre.

Wexta Eylo dike ku xwe bi ser Berxî de wer ke û wî zeft bike, ji nişkê ve Eyloyekî din ji cîhekî derdikeve û ew jî tê di jora wan re diçe û tê û bi çavekî birçî zîq li Berxî dinêre.

Herdu dijmin dikevin qirka hev de û dengê barebara wan esmên dadigire.

Mîh li jora xwe dinêre û mat dimîne, dû re berê xwe dide Berxê xwe û dibêje:
çi ecêb e Berxê min, van herdu firrindeyên camêr çawa êrîşî hevdu kirine û ketine qirika hev û din de,  ma ew esmanê mezin û berfireh têra wan herduwan nake qey?
Dûa bike Berxê min, di dilê xwe de ji Xwedê re lava bike ku wan herdu birayên te yên bibask haș bike û aştiyê bixe navbera wan de.

Berx jî rûnişt û di dilê xwe de dûa kir.

Xelîl Cibran - Şahê Aradûsê 

Ji Pirtûka The Forerunner

Rojekê ji rojan kal û mezinên bajarê Aradûsê (Arwad, Sûriye) diçin li pêşiya şahê xwe dicivin û jê re dibêjin, em dixwazin tu fermanekê bidî ku şerab û hemû şerbetên serxweşker di nava bajêr de ji mirovan re bên qedexekirin.
Şahê wan bi wan dikene, pișta xwe dide wan û diçe. 
Êdî yextiyar dilșikestî ji kelehê derdikevin.

Li ber çûnê, li devê deriyê kelehê li Yawerê Şahî rast tên, Yawer tê derdixe ku xemgîn in û dipirse, fêm dike bê hal û mesela wan çi ye. 

Êdî ji wan re dibêje: Mixabin hevalno, ku hûn di demekê de hatibûna ku Şah serxweș bûya, wî dê xwesteka we yekser pêk anîbûya.