Tuesday 28 February 2017

Oscar Wilde - Bilbil û Sorgul


Xortê Şagirt bi qîrînî got "Wê gotiye ku ew ê bi min re dansê bike heger ez jê re sorgulan bînim, lê di bexçeyê min hemûyî de sorgulek jî tune ye." 

Deng çû Bilbila ku di hêlîna xwe ya li ser dara Maziya Kesk de rûniştibû, di nav pelên darê re li jêr nêrî û ponijî.

Çavên wî yên bedew tije hêsir bûbûn dema bi qîrînî got: "Ne sorgulek jî di bexçeyê min hemûyî de! Ax, bextewerî çawa girêdayî tiştên wisa biçûk dimîne! Min hemû nivîsên mirovên hişmend xwendine û hemû nehêniyên felsefeyê li ba min hene, lê hîn ji bo xwestina sorgulekê jiyana min wisa perîşan dibe." 

Bilbilê got: "Hema bi kêmanî ev evîndarekî ji dil e, şev bi şev min li ser wî distirand tev ku min ew nas nedikir, şev bi şev min çîroka wî ji stêrkan re digot û niha êdî va ez wî dibînim. Porê wî tarî ye bi qasî kulîlka Simbilê û lêvên wî sor in bi qasî Sorgula xweziya wî, lê hestiyariya wî rûyê wî wek Acê spîloşkî kiriye û xemgîniyê mora xwe li ser birhê wî xistiye." 

Xortê Şagirt bi gazinî got: "Mîr dê sibe êvarî ahenga dansê çêke û yara min jî dê beşdar bibe. Heke ez sorgulekê jê re bibim ew ê heya berbangê bi min re dansê bike. Heke ez sorgulekê jê re bibim, ez ê karibim wê di nav destên xwe de himbêz bikim û ew ê serê xwe bisipêre ser milên min û destê wê dê di nav tiliyên min de be. Lê sorgul di bexçeyê min de tune, êdî ez ê bi tenê rûnim û ew ê di ber min re bibuhire. Ew ê hayê xwe ji min neîne û dilê min dê bişke." 

Bilbilê got: "Bi rastî jî ev evîndarekî durist e, tişta ku ez distirêm, êşa wî ye - tişta ku ji min re şahî ye, ji wî re kul e. Helbet evînî tişteke delal e. Ji Zimrûdan bihatir e û ji Opalên bedew hêjatir e. Bi Mirwarî û Hinaran nayê firotin û tu carê li bazaran nayê peydakirin. Ji bazirganan nayê kirrîn û bi giraniya Zêr jî nayê pîvan."

Xortê Şagirt got: "Mûzîkvan dê di pêşangeha xwe de rûnin û dê li amûrên xwe yên bitêl bixin û yara min dê li ser dengê gîtar û viyolînê dansê bike. Hingî dansa wê dê sivik be, lingên wê nagihên erdê, êdî zêrevanên Mîrî dê bi cilên xwe yên bedew li dora wê bicivin. Lê bi min re dansê nake ji ber ku sorgulên min tune ku ez bidim wê", û wî xwe avêt ser giyayê erdê, serê xwe di nav destên xwe de veşart û giriya. 

Gumgumokekî kesk di ber re bazda û teriya wî li ba û pirsî: "Ew çima digirî?" 

Minminîkek ku ji ber tavikê reviyabû li dora wan firiya û got: "Bi rastî jî, ew çima digirî?" 

Beybûnekê bi dengekî nazik û nizm ji cîrana xwe re pistepist kir: "Bi rastî jî, ew çima digirî?"

Bilbilê got: "Ew ji bo sorgulekê digirî"

Hemûyan bi hev re bi qîrînî gotin: "Ji bo sorgulekê? Ev çi pêkenok e!" û Gumgumokê biçûk î tiranker bi dengekî bilind keniya.

Lê Bilbilê nehêniya xemgîniya xortê Şagirt fêm dikir, êdî bêdeng li ser dara Maziyê rûnişt û di sosretiya evîniyê de ponijî. 

Ji nişkê ve baskên xwe yên qehwerengî vekirin ji bo ku bifire û firiya nava ezmên. Di nava gulistanê re wek siyekê xwe li ba xist û mîna siyekê di ser bexçe re firiya. 

Di nîvê parçeya erdê ya giyayî de darek bedew a gulan bilind şipiyayî bû, dema ku Bilbil çav li darê ket firiya ba wê û li ser şaxekî darê rawestiya.

Bi qîrînî ji darê re got: "ka sorgulekê bide min û ez ê jî strana xwe ya herî xweş ji te re bistirêm."

Lê darê serê xwe hejand û bersiv da: "gulên min sipî ne, bi qasî kefa deryayê sipî ne û ji berfa serê çiyayan sipîtir in. Here ba birayê min, ew li ba Demjimêra Rojê ya kevnare şîn hatiye, dibe ku tişta tu dixwazî ew bide te."

Êdî Bilbil firiya çû ba dara gulan a ku li dora Demjimêra Rojê ya kevnare şîn hatibû.

Û bi qîrînî ji darê re got: "ka sorgulekê bide min û ez ê jî strana xwe ya herî xweş ji te re bistirêm."

Lê darê serê xwe hejand û bersiv da: "gulên min zer in, bi qasî porê Periya Deryayê ya ku li ser textê kehremanî rûdine, zer in, ji Nêrgiza ku li mêrgan dipişkive berî ku Giyabirr bi tirpana xwe ve tê, zertir in. Lê here ba birayê min ê ku li jêra pencereya xortê Şagirt şîn bûye, dibe ku tişta tu dixwazî ew bide te." 

Êdî Bilbil firiya çû ba dara gulan a ku li jêra pencereya xortê Şagirt şîn hatibû. 

Bi qîrînî ji darê re got: "ka sorgulekê bide min û ez ê jî strana xwe ya herî xweş ji te re bistirêm."

Lê darê serê xwe hejand û got: "gulên min sor in, bi qasî lingên Kevokê sor in, ji perwaneyên Mercanî yên mezin ên ku di şikeftên okyanûsê de pêl didin û didin, sortir in. Lê vê zivistanê rehên min sar kirine, sermayê qurinc dane pişkojên min û bahozê şaxên min şikandine. Êdî ez vê salê hemûyî gulan venadim." 

Bilbilê bi qîrînî got: "daxwaza min tev de sorgulek e, hew sorgulek tenê! Ma tu rê tune ku ez sorgulekê bi dest bixim?" 

Darê bersivand: "rêyek heye, lê hingî kambax e, ez newêrim ji te re bêjim." 

Bilbilê got: "ka bêje, ez natirsim." 

Darê got: "heke tu sorgulekê dixwazî, divê tu di binê roniya Heyvê de bi mûzîkê gulekê biafirînî û bi xwîna dilê xwe wê gulê reng bikî. Divê tu sînga xwe deynî ser stiriyekê û ji min re bistirêyî. Şevê tevî divê tu ji min re bistirêyî û divê stirî dilê te qul bike, xwîna jiyana te biherike nava rehên min û bibe xwîna min." 

Bilbilê bi qîrînî got: "Jiyan bihayîyek pir mezin e ku ji bo sorgulekê ji dest bê berdan, jiyan li ber dilê her kesî hêja ye. Rûniştina li nava daristana kesk, temaşekirina Roja di textê xwe yê zêrîn de û temaşekirina Heyva di textê xwe yê mirwarî ye tev bextewariyek e. Ax çiqas şîrîn e ew bêhna Guhîjan û çiqas şîrîn in ew Gezîzeyên ku xwe di newalê de vedişêrin û ew Giyasimnikên ku li ser zozanê difirin. Lê hîn jî Evînî ji Jiyanê xweştir e, ma dilê Çûkekê ji ber dilê Mirovekî ve çi ye?"

Êdî Bilbilê dîsa baskên xwe yên qehwerengî vekirin û firiya nava ezmên. Di ser bexçe re wek siyekê bi vizînî firiya û di nava gulistanê re wek siyekê xwe li ba xist. 

Şagirtê xort hîn li cihê xwe vezilandî bû, cihê ku Bilbilê ew lê hiştibû, hîn hêsirên çavên wî yên bedew zuwa nebûbûn.

Bilbilê bi qîrînî got: "kêfxweş be xorto, kêfxweş be, tu ê sorgula xwe bi dest bixî. Ez ê di binê roniya Heyvê de bi mûzîkê biafirînim û ez ê bi xwîna dilê xwe reng lê bikim. Hemberî wê ez hew ji te dixwazim ku tu evîndarekî jidil bî, ji ber ku Evînî tiştek e ji Felsefeyê jîrtir e, tev ku Felsefe jîr e, Evînî ji Hêzê xurttir e, tev ku Hêz xurt e. Baskên Evînê bi rengê pêta agir in û laşê wê mîna pêtê rengkirî ye. Lêvên Evînê ji Hingivî şîrîntir in û hilma wê mîna Bixûrê ye."

Şagirtê xort ji cihê xwe yê li ser giyayî li Bilbila li jora xwe dinêrî û guhdarî dikir, lê fêm nedikir bê Bilbilê çi jê re digot, ji ber ku wî hew tiştên ku di pirtûkan de nivîsandîbûn dizanîbû. 

Lê Dara Maziyê fêm dikir û pê re xemgîn bûbû, ji ber ku Darê gelekî ji Bilbila ku hêlîna xwe di nava şaxên wê de ava kiribû hez dikir. 

Darê bi pistepist jê re got: "ji min re straneke dawî bistirê, piştî tu biçî ez ê gelekî bi tenêtiyê hest bikim." 

Êdî Bilbilê ji Darê re stranek got û dengê wê mîna peqpeqa ava ji nava Merkaneyek zîvîn dihat.

Gava ku Bilbilê strana xwe xilas kir, Şagirtê xort rabû ser lingan û lênivîskek biçûk û pênivîsek resas ji bêrîka xwe derxist.

Di nava gulistanê re meşiya û ji xwe re got: "dirûvê wê yê bedew nayê înkarkirin, lê gelo hestên wê hene? Mixabin ez dibînim ku hestên wê tune. Ya rast, ew jî wek hemû hunermendên din e, hemû bedewî ye lê dilsoziya wê tune. Ew xwe tu carî nake gorî ji bo kesên din. Ew hew di mûzîkê de diramîne û her kes dizane ku huner hemû xweperest in. Lê dîsa jî divê ez li xwe mikur bêm ku awazine xweş di dengê wê de hene. Xebîneta wan ku tu wate di wan de tune û tu sûda praktîk nadin." Û çî ket oda xwe û xwe li ser doşeka xwe ya pişî ya biçûk palda. Destpê kir di evîna xwe de ponijî û piştî demekê di xew re çû. 

Gava ku Heyv di nava ezmanan de biriqî, Bilbil firiya çû ba dara gulan û sînga xwe danî ser stiriyê. Wê şevê hemûyî Bilbilê distirand û sînga wê li ser stiriyê bû û Heyva sar a krîstalî xwe daxist jêr û li wê guhdarî kir. Tevahiya şevê Bilbilê stirand û stirî kûrtir û hîn kûrtir ket nava sînga wê û xwîna jiyana wê jê hat kişandin. 

Pêşî li ser çêbûna evînê di dilê xortekî û keçekê de stirand. Êdî li ser şaxê herî bilind ê dara gulan gulek sor û sosret pişkivî, per bi dû perê de, di ber stranekê bi dû straneke din re. Pêşî sipîloşkî bû, bi qasî mija ku li ser Çêm daliqandî bû, bi qasî sipîloşkiya lingên sibehê û gewr bû bi qasî gewrîtiya baskên berbangê. Siya gulekê li ser neynikek a zîvîn çawa ye, siya gulekê li ser rûyê golek a avê çawa ye, gula ku li ser şaxê herî bilind pişkivî bû jî wisa bû. 

Lê Darê bang li Bilbilê kir ku sînga xwe hîn bêtir nêzîka stiriyê bike. Bi qîrînî got: "hîn bêtir xwe nêzik bike ey Bilbila biçûk, nexwe wê roj were berî ku gul bi temamî çê bibe."

Êdî Bilbilê xwe hîn bêtir bi stiriyê ve nêzîk kir û dengê strana wê bilindtir û bilindtir bû, ji ber ku li ser çêbûna hestan di canê Mêrikekî û Periyekê de distirand. 

Îcar geşbûnek pembehî û nazik ket nava perên gulê, wek geşbûna li ser rûyê Zavayî dema ku lêvên Bûkê maç dike. Lê stirî hîn jî negihabû dilê Bilbilê, êdî nava gulê sipî ma, ji ber ku tenê xwîna dilê Bilbilekê dikare rengê qirmizî bide nava gulekê. 

Êdî Darê bang li Bilbilê kir ku sînga xwe hîn bêtir nêzîka stiriyê bike. Bi qîrînî got: "hîn bêtir xwe nêzik bike ey Bilbila biçûk, nexwe wê roj were berî ku gul bi temamî çê bibe."

Êdî Bilbilê hîn bêtir sînga xwe nêzîka stiriyê kir û stirî giha dilê wê û çizandinek dijwar ji êşê di nava wê de teqiya. Tal bû, ew êş gelekî tal bû û stirana wê dîntir û dîntir dibû, ji ber ku li ser Evîna ku bi mirinê re bêkêmasî dibe distirand, Evîna ku di gorê de namire.

Êdî gula sosret rengê qirmizî wergirt, wek gula ezmana rojhilat. Kemerên perên gulê qirmizî bûbûn û nava wê jî bi qasî Rûbiyekê qirmizî bûbû. 

Lê êdî dengê Bilbilê nizimtir bû û baskên wê yên biçûk dest bi lerizînê kirin û mijek li ser herdu çavên wê çêbû. Dengê strana wê nizimtir û nizimtir bû û hest kir ku tiştek di qirika wê de ye dê wê bixeniqîne. 

Vê carê pijiqîna dawî ya mûzîkê ji wê derket. Dengê wê çû Heyva sipî û Heyvê berbang ji bîr kir û bi dudilî di nava ezmên de ma. Dengê wê çû Sorgulê û Sorgul bi dilşadî bi vir de û wir de lerizî û perên xwe ji bayê sibehê yê sar re vekir. Olanê rahişt dengê wê û bir ber bi şikeftên xwe yên xemrî ve û şivanên razayî ji xewnên wan şiyar kirin. Di nava Qamişên Çêm re serav bû û peyama wê birin ji Deryayê re. 

Darê bang kir: "binêre, binêre! Sorgul êdî bi temamî çêbû" Lê Bilbilê tu bersiv neda, ji ber ku ketibû ser giyayê dirêj û miribû, stirî jî di dilê wê de bû. 

Di dema nîvro de Şagirtê xort pencereya xwe vekir û li derve nêrî. 

Bi qîrînî got: "Çima, ev çi şansekî sosret e, va ye sorgulek! Min di jiyana xwe de gul wek vê nedîtine. Hingî bedew e, ez misoger im ku navê wê yê bi Latînî gelekî dirêj e" û xwe daqûl kir û gul ji qurm de jêkir.

Dû re kumê xwe li serê xwe kir û bazda mala Profesorî û gul di destê wî de.

Keçika Profesorî li ber derî rûniştibû û hevrîşima şîn li dora masûleyê digerand û kûçikê wê yê biçûk li ber lingên wê vezilandî bû. 

Xortê Şagirt bi qîrînî got: "te gotibû ku tu ê bi min re dansê bikî heke ez ji te re sorgulekê bînim, ha va ye gula herî sor di cîhanê de. Tu ê îşev li xwe bikî, bila li ber dilê te be û dema em bi hev re dansê bikin ew ê ji re bêje bê ez çiqasî ji te hez dikim." 

Lê mahdê keçikê tirş bû. 

Keçikê bersiv da û got: "mixabin ev gul bi kirasê min nakeve û ji aliyekî din ve jî xwarziyê Yawerî ji min re gewherên durist şandine û her kes dizane ku gewher bi gelekî ji gulan bihatir in."

Xortê Şagirt bi hêrs got: "Piştî wan gotinên min, xuya ye tu hîn jî ne razî yî" û gul avêt nava kolanê, ket ser mezrîbekê de û çerxa erebaneyekê di ser re buhirî.

Keçikê got: "ne razî? Tu dizanî ku tu gelekî bê edeb î, û dawiya dawî ma ka tu kî yî? Hew şagirtek î. Jixwe ez bawer nakim ku hesinê zîvî wek yê xwarziyê Yawerî bi solên te ve hebin" û ji ser kursiya xwe rabû û çû hundirê malê. 

Êdî xortê Şagirt ji wir çû û di ber xwe de got: "ev evînî çi tişteke vala ye, sûda wê ne bi qasî nîvê sûda Hişmendiyê ye, ji ber ku nikare tu tiştî îsbat bike û her dem ji mirov re tiştina dibêje ku tu carê çê nabin û dihêle mirov tiştina bawer bike ku ne rast in. Bi rastî jî, ew tişteke ne praktîk e û di vê serdemê de praktîkbûn tişta herî giring e, êdî ez ê vegerim Felsefeyê û Sersirûştê bixwînim."

Êdî vegeriya odeya xwe û pirtûkek mezin û bitoz ji nav pirtûkan kişand û dest bi xwendinê kir. 



Dawî.

4 comments:

  1. Serkeftin ji te re bira can! Sihetxweş! ✌��

    ReplyDelete
  2. This comment has been removed by the author.

    ReplyDelete
  3. Destê te sax be. Blog a te gelek hêja û xweş e, lê çima tu ji Instagram derket î?

    ReplyDelete
  4. This comment has been removed by the author.

    ReplyDelete