Cibran Xelîl - Mêrikê Dîn
Hûn ji min dipirsin bê ez çawa dîn bûme. Ah wisa çêbû:
Rojekê ji rojan, berî çêbûna gelek Xwedayan bi demeke dirêj, ez ji xeweke giran hișyar bûm, min dît ku maskên min hemû hatine dizîn - ew heft maskên ku min ji xwe re çê kiribûn û min di heft jiyanan de li xwe kiribûn.
Êdî bêyî maskên xwe, min di nava kolanên tije xelk de baz da, û min bi barebar bang kir: "Diz, diz, dizên xwedênehişt"
Jin û mêr bi min keniyan û hinek ji wan ji min tirsiyan û reviyan malên xwe.
Dema ku ez giham bazara bajêr, xortek li ser banê xaniyekî rawestiyabû û ji wir de bi dengekî bilind bang kir û go: "evê han dînek e ha!"
Min serê xwe hilda ku ez lê binêrim, roniya Rojê cara pêşî rûyê min î rût maç kir.
Cara pêşî bû roniya Rojê rûyê min î rût maç kir û hezkirina ji Rojê re di nava giyanê min de pêket, êdî min nema maskên xwe xwestin. Wisa wek ku di mestbûneke giran de min bang kir û go: "mala wan ava, mala wan ava be ew dizên ku maskên min dizîne".
Bi wî awayî ez bûm dînek.
Min di dînbûna xwe de serbestî û ewlehî dîtin; serbestiya tenêmayînê û ewlehiya ji ku mirov ji min fêm bikin, ji ber ku ewên ku ji mirovî fêm dikin, tiștekî ji mirovî bindest dikin.
Lê bila ez gelekî bi vê ewlehiya xwe șanaz nebim. Heya dizê di hepsê de jî ji ber xezeba dizê din ewle ye.